Şam: Ji mafê me ye bersivê bidin kiryarên Tirkiyê yên dijminane
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî fermî ji Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyê ragihand, li gor destûr û yasayên Sûriyê, ji mafê welatê wî ye bersivê bide kiryarên dijminane yên Tirkiyê û sînorekê ji wan re deyne.
Wî jêderî îro di daxuyaniyekêde ragihand jî, “Li gor perensîpên yasaya navdewletî yên pêwendîdar, Sûriye hemû berpirsiyariyên yasayî, siyasî û darayî dixe ser milê dewleta Tirkiyê.”
Herwiha got: “Sûriye kiryarên Tirkiyê yên dijminane li ser xaka xwe, wekî kiryarke êrîşkar û binpêkirina serwerî û serxwebûna welatê xwe dibîne, ev kiryar jî beşek e ji siyasetên êrîşkar ên Tirkiyê yên zêdetir ji deh salan ve dike.
Wî jêderê fermî yê ji Wezareta Derve û Koçberan tekezkir ku Sûriye bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî dike ku li hember kiryarên dijminane yên Tirkiyê helwestek zelal û eşkere bigirin.”