Jinan bi Duçerxeyan Daxwaza jiyaneke paqij kirin

Enqere (K24) – Li Cîhan, Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi sedhezaran jin bi xemla xwe û duçerxeyên xwe yên xemilandî ji bo jiyaneke paqijtir daketin kolanan. Li enqera paytexta Tirkiyê ku her bi siyasetê tê binavkirin jî vê carê mazuvaniya çalakiya jinên xemilandî kir. Bi sedan jinên ku beşdarî çalakiyê bûn daxwaza jiyaneke paqij û zêdekirina rêyên duçerxeyê kirin.

Li Enqera paytexta Tirkiyê piştî du salan jinan bi gerandina duçerxeyan daxwaza jiyaneke paqij û zêdekirina rêyên duçerxeya kirin. Di çaroveya roja cîhanî ya bajarên bê wesayît de ji 30 welat û 151 bajaran nêzî sedhezar kes bi awayekî hemdem ev çalaki pêk anîn. Ji hefta salî heta 70ê salî bi sedan jinên Enqerê jî bi pêşengiya rêxistina Jinên xemilî duçerxeyên xwe xemilandin û çalakiyek lidarxistin.

Berpirsa vê çalakiya navdewletî ya ku 9emîn care pêk tê Burçîn TARHAN da zanîn ku wan di sala 2013an de bi 30 kesî ev çalaki dabû destpkirin û bi vê çalakiyê jî dixwazin bidin fêm kirin ku jin bi awayekî azad û bi xemla xwe dikare duçerxeyê bigerîne û hewla avakirina jiyaneke paqijtir e.

Seroka Rêxistina Jinên Xemilandî Burçîn Tarhan ji K24ê re got: “Armanca me ew e; em dibêjin ger jin derkeve kolanan dê cîhan biguhere û em dixwazin vê yekê jî bi duçerxeyê pêk bînin. Bi vê çalakiyê em dibêjin jin dikare bi her awayî derkeve kolanan û duçerxeyê bigerîne. Herwiha em dixwazin êdî di jiyana me de zêdetir duçerxe hebe da ku hewaya bajarên me paqijtir bibe.”

Bi sedan jinên ku li anitparqa Enqerê li hev kombûne beriya ku dest bi çalakiyê bikin duçerxeyên xwe yên bi awayekî ciyawaz hatine xemilandin din ava parqê de gerandin. Jinan daxwaz ji rayedaran kir ku rêyên duçerxeyê bên zêdekirin ku di şûna wesayîtan zêdetir duçerxe bên bikaranîn.

Senem Yilmaz dibêje: “Me xwe û duçerxeya xwe xemiland û em hatin çalakiyê. Çalakiyeke ciyawaz e û em jî kêfxweşin ku beşdar bûn.”

Yeşîm Tûrkoz got: “Em dixwazin zêdetir jinan li kolanan bibînin. Bila jin jî di hemû qadên jiyanê de duçerxeyê bikarbîbin û bila duçerxe zêdetir bibe amûra hatinçûnê. Em dixwazin rêyên duçerxeyê bên zêdekirin.”

Sevda Yalçin diyar dike: “Ev çalakî ji bo min werzîş, jiyan û azadiye. Ji ber ku gerandina duçerxeyê bidestxistina azadiyê ye. Bi gerandina duçerxeyê ez şad dibim. Çalakiyek rengîn û keyfxweş e.”

Piştî gerandina duçerxeyê bi sedan jin li heman parxê kom bûn û ev çalakiya ku 151 bajaran di heman demê de hatiye lidarxistin bi konsertekê biçûk hate bidawîkirin.