Serokê Parlamentoya Iraqê zanyariyên nû derbarê êrîşa Kormorê de aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî aşkere kir ku drona êrîşî kêlgeha gaza Kormorê kiriye, ji navçeyên di bin kontrola hêzên ewlehiyê yên Iraqê de li qezaya Xurmatûyê hatiye arastekirin. Helbûsî ev kiryar wekî "xiyaneta li dewletê" binav kir û daxwaz kir ku fermandarên leşkerî yên wê herêmê demildest radestî dadgeha leşkerî bên kirin.

Di civînekê de ligel serokên fraksiyonên parlamentoyê û Komîteya Ewlehî û Berevaniyê, Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî zanyariyên nû derbarê êrîşa li ser kêlgeha gaza Kormorê pêşkêş kirin û bi tundî rexne li xemsariya dezgehên ewlehiyê girt.

Helbûsî da zanîn ku cihê cografî yê avêtina dronê bi temamî hatiye diyarkirin û got: "Dron ji nav sînorê desthilata hêzên fermî yên Iraqî li qezaya Xurmatûyê hatiye avêtin. Bêguman ciyê qebûlkirinê nîne ku dewlet xwedî desthilatdarî û kontrola li ser van navçeyan nebe."

Serokê Parlamentoyê di dewama axaftina xwe de pêkanîna komîteyên lêkolînê yên bê encam red kir û daxwaz kir ku lîsteya navên fermandarên lîwa û firqeyên leşkerî yên wê deverê radestî wî bê kirin, da ku rêkarên hiqûqî li dijî wan bên destpêkirin û derkevin pêşberî dadgeha leşkerî.

Li gorî zanyariyên Çavdêriya "Eko Iraq", ji ber sekinandina berhemanîna gazê li kêlgeha Kormorê, rojane zêdetirî 4.15 milyon dolar ziyana madî dighêje sektora gaza siruştî û ya malan.

Di şeva 8ê Mijdara 2026an de bi drona bombebarkirî êrîş li ser kêlgeha Kormorê ya li qezaya Çemçemalê pêk hatibû. Tevî ku kompanyaya Dana Gas ragihand ku êrîşê ziyana canî li pey xwe nehêlaye, lê ji ber lêkolîn û kontrolkirina ziyanên teknîkî, proseya berhemanîna gazê bi temamî hatibû rawestandin.

Ji ber vê êrîşê, şandina gazê ji bo santralên elektrîkê rawestiya û berhemanîna giştî ya elektrîkê li Herêma Kurdistanê ji 3 hezar û 700 megawatan daket nêzîkî 1000 megawatan. Ev qutbûn bû sedem ku li Herêma Kurdistanê û hin parêzgehên Iraqê elektrîka niştimanî rojane 5 heta 6 demjimêran kêm bibe.

Kêlgeha Kormorê ya ku ji aliyê konsorsiyûma Pearl Petroleumê ve tê birêvebirin, dabînkerê sereke yê gaza santralên hilberîna elektrîkê yên li Hewlêr, Çemçemal û Baziyanê ye. Di van salên dawî de, ev binesaziya stratejîk gelek caran ji aliyê milîs û komên çekdar ên derveyî yasayê ve bûye armanca mûşek û dronan, lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku sîstemên berevaniya esmanî ji bo parastina wê bên bicîkirin.