Mesrûr Barzanî di nav ahenga derçûyên Zanîngeha Selahedînê de gotarekê pêşkêş dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026ê, ahenga derçûyên gera 45ê ya Zanîngeha Selahedînê bi rê ve diçe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav wê merasîmê de gotarekê pêşkêş dike û ragihand: “Bi dilxweşî ve îro em li gel we pişkdar in, ez germtirîn pîrozbahiyan li xwendekarên derçûyî dikim, hêviya serkeftin û paşerojeke geş ji we re dixwazim, spasiya mamosta û encûmena zanîngehê dikim ku erkên xwe bi cih anîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwisa got: “Di çend rojên borî de me serdana Bexdayê kir û em li gel Serokwezîrê Îraqê û wezîran civiyan, me îsrar li ser mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û pişka budceyê kir, yek ji tewerên civînên me jî damezrandina fermanberan û derçûyên zanîngeh û peymangehan bû.”
Tê nûkirin…