Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya Zanîngeha Selahedînê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Êvara îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026ê, merasîma ahenga derçûyên gera 45ê ya Zanîngeha Selahedîn-Hewlêrê birêve diçe.

Serokê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Yûnis ji K24ê re got ku ahenga îsal a gera 45ê ya wê zanîngehê di bin dirûşma "Pêkvejiyan û Asûdeyî"yê de tê lidarxistin, ku tê de pênc hezar û 347 xwendekar bawernameyan werdigirin û ji çar hezar û 94 derçûyên bawernameya bekaloryosê û hezar û 253 derçûyên xwendina bilind (dîploma bilind, master û dîktora) pêk tên.

Ji bilî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hejmareke wezîr, berpirsên hikûmî û hizbî, mamosta û kesûkarên xwendekaran jî di vê merasîmê de amade dibin.

Zanîngeha Selahedînê kevintirîn û mezintirîn navenda akademîk a hikûmî ye li Herêma Kurdistanê û di sala 1968ê de hatiye damezrandin. Niha ev zanîngeh ji 17 kolêjan û zêdetirî 85 pişkên zanistî, mirovahî û endezyarî pêk tê û salane bi hezaran pisporan di warên cuda cuda de pêşkêşî civakê dike.