TTB: Karmend kêm in û tenduristkar nayên peywirdarkirin
Diyarbekir (K24) – Jûra Tabîban a Tirkiyeyê TTB, Jûra Tenduristakaran a Diyarbekirê û Sendîqayên tenduristkaran, li ber deriye zaningeha Dîcleyê bi daxuyaniyekî ragihandin, tenduristkarên nû, bi awayekî der hiqûqî muameleyan dibînin û tayinkirina wan nayê kirin.
Seroka Giştî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci da zanîn, li Tirkiyeyê, ji 500’an zêdetir tenduristkarên ku divê di 17 Nîsanê de bihatina peywirdarkirin, nehatine tayin kirin û tenduristkarên ku nû digihên jî bi heman kêşeyê re rûbirû ne.
Di daxuayniyê de bal hat kişandin ku li nexweşxaneyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, kêmasiyên tenduristkaran hene, lê tenduristkarên ku divê dest bi peywirên xwe bikin, nayên peywirdar kirin û loma jî pêşîlêgirtina pêndemîyê jî zehmettir dibe.