Li Rojavayê Kurdistanê 10 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 170 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 170 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 170 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 11 kes li Hesekê, 100 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 8 kes li Amûdê, 8 kes li Rimêlan, 1 kes li Cil Axa, 26 kes li Reqayê, 8 kes li Tebqayê, 1 kes li Kampa Rojê û 3 kes li Kampa Newrozê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 25749 kesan, ji wan 2093 kes baş bûne û 873 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.