Li Rojavayê Kurdistanê 281 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 281 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Navendeke vaksînkirinê li bajarokê Amûdê
Navendeke vaksînkirinê li bajarokê Amûdê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 281 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 281 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 52 kes li Hesekê, 46 kes li Qamişlo, 25 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 5 kes li Rimêlan, 4 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Til Koçer, 2 kes li Cil Axa, 13 kes li Girkê Legê, 85 kes li Reqayê, 8 kes li Tebqayê, 21 kes li Kobanî, 15 kes li Minbicê, 1 kes li Kampa Rojê û 1 kes li Kampa Newrozê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 26281 kesan, ji wan 2108 kes baş bûne û 891 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.