Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 5 kesan canê xwe ji dest dane, 279 pêketî jê hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 279 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 9 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 27296 kesan, ji wan 2140 kes baş bûne û 908 kesan jî canê xwe ji dest dane.