Tîmên tendirustiyê li 75 dibistanan xalên vaksînê danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê Gerînendehiya Tendirustiya Bajêr ve ji bo ku xwendekarên 12 salî û berjêrtir werin vaksînkirin li dibistanan xalên vaksînan hatin danîn. Ji bo vê helmetê 40 tîmên tendirustiyê hatine peywirdarkirin.
Gerînendehiya Tendirustiya Bajêr a Diyarbekir di çarçoveya belavbûna bikaranîna vaksînê de ji bo xwendekarên 12 salî û berjêrtir helmeteke da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de bo vaksînkirina xwendekaran xalên vaksînê li dibistanan hatin danîn û bo vê xebatê jî 40 tîmên tendirustiyê hatine peywirdarkirin.
Xebata vaksînkirinê li 75 dibistanan dest pê kiriye û bo vaksînbûnê divê destura malbatên xwendekaran hebe lê bo xwendekarên 17 salî û berjêrtir destura malbatê ne pêwîst e.
Rayedarên tendirustiyê yên bajêr balê dikêşin Diyarbekir ji hêla bikaranîna doza dûyem a vaksînê ve di nexşeyê de hîn jî sor e û ji ber vê yekê jî divê vaksînbûn li bajêr zêdetir bibe.
Xwendekaran jî bang kirin ji bo careke din perwerde qut nebe û perwerdeya rûbirû bidome bila hemu xwendekarên ku dora wan hatine vaksînê li xwe bidin.