Di navbera Efrîn û Idlibê de ji bo bazirganiya cixareyan zarok tên bikaranîn

Zarok di derbaskirina cixareyan de têne bikaranîn.

Çend zarokên ku ji bo derbaskirina cixareyan ji aliyê bazirganan ve têne bikaranîn
Çend zarokên ku ji bo derbaskirina cixareyan ji aliyê bazirganan ve têne bikaranîn

Hewlêr (K24) – Di navbera Efrîn û Idlibê de milîsên çekdar ên ser bi Tirkiyê, hejmarek zarok desteser kirine û dibêjin bazirganiya cixareyê dikin.

Li deverên Bereya Nusre ya berê (Heyeta Tehrîr El Şam) desthilatdar e, kişandin û bazirganîkirina cixareyê hatiye qedexekirin, ji ber vê yekê buhayê cixareyan zêde bûye.

Ji ber rêgiriyên li hember bazirganiya cixareyan, zarok di derbaskirina cixareyan de têne bikaranîn, ku di gihandina her pakêteke cixare de bi rêya qaçax, du dolar bi dest dikevin.

Çekdarên Bereya Nusre ya berê, niha bala xwe dane ser rêgirtina wan zarokan, ku cixareyan ji Efrînê vediguhezînin Idlibê û zarokan rûbirûyî ceza û îşkenceyê dikin.

Rewşa Idlibê bi destê kom û milîsên çekdar ve aloz bûye û di çend rojên derbasbûyî de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Soçî civiyan û biryar dan, dawî li desthilata milîsan a li Idlibê bînin.

Fly Erbil Advertisment