Hejarî gefa herî mezin ya li ser Tirkiyê ye
Di lêkolînê de tê gotin, 16 milyon kes birçî, 50 milyon kes jî hejariyê dijîn
Stenbol (K24) – Li gorî raport û lêkolînên têne kirin Li Tirkiyê 4 sal berê mûçeyê herî kêm 442 dolar bûye. Lê bi pereyên îro li beramberî nirxê dolar ev mûçe daketiye 318 dolaran. 5 sal berê bi kêm mûçeyekî 6.2 zêrên çarîk dihatin kirin, lê bi mûçeyê îro 2.9 zêrên çarîk tên kirin. Partiyên siyasî, sendîke û komeleyên berxwiran balê dikişînin ser gefa hejariyê û dibêjin; li Tirkiyê hejmara hejaran bûye 66 milyon. Ev kêşe çareser nebe bobelat li devê derîne.
Li gorî daneyên Bankaya Cîhanê, di meha Gulana sala 2021an de ji ber qeyrana pêlên di dolar û pandemiyê li Tirkiyê hejmara hejar û belangazan 3.2 milyon zêde bûye û ev hejmar çûye ser 10 milyon 171 kesan. Li gorî hisabên lêkolîna Komeleya Mafên Berxwiran ya li Tirkiyê jî, hejmara kesên hejar û birçî bûye 66 milyon kes. Di lêkolîna komeleyê de tê gotin, 16 milyon kes birçî, 50 milyon kes jî hejariyê dijîn.
Welatiyê Kurd Kerîm Bayler di vê derbarê de dibêje: “Bi 200 lîreyan herî zêde mirov têra 2 rojan eşya distîne. Îro divê mehedê gerek balîcanê sor 1.5 lîreyan be. Kîloyek bacanê sor bûye 10 lîre, ya penîr bûye 100 lîre ya qeşar bûye 150 lîre ev çiye yaw em li kû derê dijîn. Kesên xerîb ji baştir dijîn li vî welatî. Perê me kirûşeki pere nake. Yekî ji Îranê tê hezar dolarî hur dike pê diçe plajê gezmaxê dike her tiştî dike. Em bi mûçeyê xwe pê nikarin herin destavê jî. Em diçin nikarin çayekê bixwin, çayek bûye 5-10 lîre. Xwedê heqê me nehêle.”
Li gorî lêkolîna Sendîkaya Hevkariya Karkerên Li Malê di pandemiyê de 1 milyon karkerên malê bê kar mane. Sendîka di raporta xwe de diyar dike, bi milyonan kes li ber lehiyê diçin di nava hejarî û nebûnê de. Pêdiviyên sereke nikarin pêşwazî bikin. Gelek karker hene ku hatine wê asteyê dawî li jiyana xwe bînin ji ber ku nikarin şîr ji zarokên xwe re bistînin.
Welatî Mehtap Kirmanî got: “Hertişt gelekî biha bûne. Li gorî berê bûhayê hertiştî firayeye. Mixabin wek berê em nikarin ji markete tiştekî bistînin.
Welatî Remzî Turker diyar dike: “Zêdebûna bêkariyê nîşaneya hertiştî ye. Dewlet li karkeran nafikire. Ez bi xwe bi kêmmûçeyê kar dikim û zarokan xwedî dikim. Doh marketa em çûnê tiştê 50-60 lîreyan bûye 120 lîre. Enflasyonê firiyaye. Kîloya bacanê sor bûye 10 lîre. Rayedar jî qet nabin bersiv li ber vê rewşa nebaş.”
Li dijî van amarên tên ragihandin partiyên wek HDP û CHPê jî helwestê nişan didin û bi rêya pirsiyarnameyan fişarê li desthilatê dikin. Li gorî pirsiyarnameyên HDP û CHPê ku cûda cûda radestî parlamentoya Tirkiyê kirine ji sedî 55 rêjeya xebatkaran bi kêm mûçeyê kar dikin û hejarî bûye yek ji tirsa herî mezin ya civakê. Di pirsiyarnameyan de tê gotin piştî pergala serokatiyê ya AK Partiyê di warê aborî de 2 problemên sereke derdiketine pêş. Yek jê bêkarî ya din jî hejarî ye.