Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 240 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 6 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 28790 kesan, ji wan 2197 kes baş bûne û 958 kesan jî canê xwe ji dest dane.