Li Tirkiye û Bakur 28 hezar û 810 kesên din bi Koronayê ketin

Di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 248 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 248 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 28 hezar û 810 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 33 hezar û 152 kes baş bûne.