Li Rojavayê Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 10 kesan canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 336 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 12 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 29132 kesan, ji wan 2209 kes baş bûne û 968 kesan jî canê xwe ji dest dane.