Platforma Zimanê Kurdî dê nûnertiyekê li Mêrdînê veke
Platfroma Zimanê Kurdî (PZK) li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên bo zimanê Kurdî didomîne

Diyarbekir (K24) – Platfroma Zimanê Kurdî (PZK) biryar da, li Mêrdînê jî nûnertiya xwe veke û derbarê vê mijarê de jî li Mêrdînê di avahiya KESKê de civînek çapemeniyê li dar xist û di civînê de hat amajekirin ku ew dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
Platfroma Zimanê Kurdî (PZK) li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên bo zimanê Kurdî didomîne û di vê çarçoveyê de ji bo ku bi awayeke çalaktir xebatan bike dê li bajarên Bakur nûnertiyên xwe veke.
Di vê arçoveyê de jî biryar hat dayîn, li Mêrdînê nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî were vekirin û derbarê vekirina nunertiyê de jî bi beşdariya rayedarên Platforma Zimanê Kurdî li avahiya KESKê ya Mêrdînê civînek çapemeniyê li dar xist.
Di civîna ragihandina vekirina nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî ya Şaxa Mêrdînê de Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axaftinek kir û di civînê de lijneya Platforma Zimanê Kurdî, zimanzan û siyasetmedar jî beşdar bûn.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî di civînê de amaje kir ku armanca wan ew e zimanê Kurdî li Tirkiyeyê wek zimanê fermî were pejirandin û ji bo vê yekê jî ew dê xebat û hewildanên xwe bidomînin.