Li Tirkiye û Bakur 217 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 217 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 217 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 7ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 30 hezar û 19 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 32 hezar û 240 kes baş bûne.