Li Tirkiyê 196 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 196 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 196 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 28 hezar û 370 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 25 hezar û 772 kes baş bûne.