Li Diyarbekirê pêşangeha Jûra Bîrê ya hunermend Ahmet Guneştekîn vedibe
Ahmet Guneştekîn: Êşa vê axê bi sembolên hunerî nîşan didim.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê pêşangeha Jûra Bîrê ya hûnermendê kurd Ahmet Guneştekîn ê ku di cîhanê de tê naskirin vedibe. Ji beriya pêşangehê hunermendê navdar bi rojnameger, nivîskar û nûnerên saziyên civaka sivîl re civiya. Di civînê de Ahmet Guneştekîn got; ew êşa vê axê bi sembolên hunerî nîşan dide.
Piştî amadekariyên dûvdirêj li Diyarbekirê li Birca Keçê pêşangeha bi navê Jûra Bîrê (Hafıza Odası) ya Hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn ê ku di cîhanê de tê naskirin vedibe.
Hunermendê naskirî got; ev erdîgarî malbata wî ye û ew hatiye bi van sembolên hunerî serpêhatiyên ku nayên jibîrkirin nîşa malbata xwe bide.
Guneştekîn diyar kir: “Min li gelek welatên cîhanê pêşangeh vekirin, min di nava gelek çalakiyên hunerî yên mezin de cih girt. Lê belê her min dixwest ku kesekî ku ji nava vê cîvakê derketî be were hunera xwe li vir nîşan bide. Her xebateke min a hunerî belgeyek e. Berpirsiya hunermendan ya civakî jî heye. Hunermend, tiştê ku bûye şahidhal teswîr dike. Hafiza tê jibîrkirin lê bi hunerê ew berhem bûyeran nadin jibîrkirin. Demên reş ên ku min şahidhaliya wan kiriye di bîra min de cîhê herî girîng digirin. Îro dema vê pêşangehê ye. Dema herî rast ew dema ku mirov ji hin tiştan ditirsin e. Di demeke wiha de vekirina pêşangehê bû nesîbê me.”
Pêşangeh bi piştgiriya Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekir (DTSO) û gelek kompaniyên taybet tê vekirin. Serokê DTSOyê Mehmet Kaya got; ew gelek keyfxweş in ku mazûvaniya hunermendê navdar û tîma wî dikin. Kaya da zanîn ku ev du sal in ew dixwazin pêşangeha Ahmet Guneştekîn li Diyarbekirê vekin û di dawiyê de bi ser ketin.
Pêşangeha li Birça Keçê, deriyên xwe di 16ê Cotmehê vedike û heta 16ê Kanûna 2021an de dê welatî bikarin serdana pêşangehê bikin.