Dahatên geştyarî yên Tirkiyê ji sedî 71 kêm bûne

Li gorî daneyan di çarîka sêyemîn ya sala 2021an de dahatên Tirkiyê yên geştyariyê li gorî sala 2020an ji sedî 71.2 kêm bûne.

Stenbol (K24) – Sala 2021an ji bo Tirkiyê di warê geştiyariyê de ne saleke li ser xêrê bû. Li gorî daneyan di çarîka sêyemîn ya sala 2021an de dahatên Tirkiyê yên geştyariyê li gorî sala 2020an ji sedî 71.2 kêm bûye.

Digel mijara kêmbûna nirxê lîre, bilindbûna dolar û enflasyonê Tirkiye di warê geşt û gûzariyê de jî saleke bêxêr derbas dike. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyê TUIKê di sala 2021an de dahatên geştê ji sedî 40.2 kêm bûne. Li gorî vê rêjeyê Tirkiyê di mehên Rêbendan, Sibat û Adarê de bi tenê kariye 2 milyar û 452 milyon û 213 hezar dolar dahat bi dest bixe. Li gorî daneyan ev dahat ji sisêyan yekê her sê mehên pêşîn ya sala 2020an e. 

Geştyara Sirbîstanî Îvana Mîrotîc dibêje: “Îro yekem roja min e li Stenbolê. Ez dikarim bêjim ku derfetên geriyanê gelekî asan in bo hatina vê derê. Bi rastî bajarekî gelekî mezin û xweş e. Hêvîdarim di çend rojên pêş de geşteke xweş li vê derê derbas bikim.”

Di mehên Avrêl, Gûlan û Hezîranê de jî rewşa dahatên geştê yên Tirkiyê zêde geşbîn xuya nake. Di van her sê mehên serdema hatina geştyaran de Tirkiyê di sala 2021an de 3 milyar û 3 milyon û 628 hezar dolar dahat bi dest xistiye. Di sala 2020an de ji bo her sê mehan dahata Tirkiyê 9 milyar û 465 milyon û 211 hezar dolar bûye.

Geçtyarê Ereb yê ji Mexribê Yusif Ziryanî dibêje: “Yekem car e ez têm Tirkiyê û ev nezî 2 hefteye ez li Stenbolê me. Bi rastî Tirkiyê gelekî xweş e. Herêmên wê yên siruştî wekî çiya û çeman gelek hene û herêmên wê yên geştyarî jî gelek in wek Stenbol û Kapadokya. Tirkiyê, ji welatê min Fasê gelekî cûdaye, yanî em dibînin li aliyekî berf û baran e û li aliyê din tav û bihar e.”

Li gorî daneyên TUIKê di çarîka sêyem ya sala 2021an de rewşa dahatên geştyariyê ya Tirkiyê li gorî sala 2019 û 20an hîn kêmtir bûye û sinyala qeyranekê daye. Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê ya sala 2021an de Tirkiyê bi tenê 4 milyar û 44 milyon û 356 hezar dolar dahat bi dest xistiye. Li gorî vê encamê TUIK radigihîne ku dahatên di sala 2021an de li gorî sala 2020an ji sedî 71,2 kêmbûnek pêk hatiye.