Hunermend Mehmet Atli li Stenbolê konsertekê saz dike
Hunermend Dîlan Yeşîlyaprak, Kajîn Dara û Şevval Karadag jî dê li gel Atli derkevin ser dikê.
Stenbol (K24) - Hunermend Mehmet Atli, 6ê Mijdarê li Stenbolê konsertekê saz dike.
Hunermend Mehmet Atli yê Diyarbekirî ku gelemperî stranên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî distre piştî demeke dirêj, li Stenbolê derdikeve pêşberî hunerhezan.
Konser li Navenda Huner û Çand a Suleyman Seba ya navçeya Beşîktaşê saet 8ê êvara Şemiyê 6ê Mijdarê dê dest pê bike.
Hunermend Dîlan Yeşîlyaprak, Kajîn Dara û Şevval Karadag jî dê li gel Mehmet Atli derkevin ser dikê.