DAIŞê êrîş kir: Kuştî û birîndar hene
Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Iraqê ragihand; çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kirin û di êrîşê de 12 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.
Hat ragihandin ku DAIŞê êrîşî gundê Reşad yê ser bi Mîqdadiye yê li bakurê rojhilatê parêzgeha Diyala kir û li gor zanyariyan, di encama êrîşê de 12 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Medyaya Iraqê eşkere kir ku piştî êrîşê, rasterast hêzek ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya deverê, bo gundê Reşad hatiye şandin.