Li Silêmaniyê lehiyê zirar gihande malên welatiyan

Ji ber pêla baranê û zîpikan, ku Herêma Kurdistanê girte ber xwe, li bajarê Silêmaniyê jî weke li Hewlêrê lehî rabû.

Silêmanî (K24) – Ji ber pêla baranê û zîpikan, ku Herêma Kurdistanê girte ber xwe, li bajarê Silêmaniyê jî weke li Hewlêrê lehî rabû û li çend taxên Silêmaniyê av kete nava malan û zirar û ziyana mezin a maddî gihande welatiyan.

Nûçegihana K24ê ya li Silêmaniyê ragihand; ji ber lehiyê ziyana giyanî negihîşt welatiyan, lê gelek zirarên maddî li xanî û malên welatiyan gihîştine.

Welatiyeke ku ji ber lehiyê zirar gihiştiye mala wê, bi rêya K24ê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar dike ku xwe bigihînin hawara wê û alîkariya wê bikin.

Herwiha ji ber lehiyê asta ava li gelek cadeyan bilind bûye û ji ber vê yekê hinek rê hatine girtin û kêşe li ber hatûçûna otomobîlan dirust bûye.