Atolyeya Zimanên Şaristaniyê li Diyarbekirê dest pê kir

Ji 1000î zêdetir xwendekaran serî lê dan

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve Atolyeya Zimanên Şaristaniyê tê li darxistin û ji bo serdema nû jî navê "Serdema Feqiyê Teyran" hat neqandin. Ji bo atolyeyê sala borî 640 kesan serlêdan kiribû û îsal jî ji zimanê Kurdî zaravayên Kurmancî û Zazakî jî tê de ji 1000î zêdetir xwendekaran serîlêdan kirine ku xwendekar daxwaza fêrbûna zaraveyê Soranî jî dikin.

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve ji bo fêrbûna zimanan projeya bi navê Zimanên Şaristaniyê ku sala borî dest pê kiribû îsal jî serîlêdanên nû hatin wergirtin.

Navê Serdema nû Serdema Feqiyê Teyran e û waneya yekem a serdema nû bi waneya fêrbûna zimanê Kurdî dest pê kir. Piştî waneya zimanê Kurdî sertîfîkayên sala borî hatin pêşkêşkirin û Parêzgarê Diyarbekir zimanên şaristaniyê wek dewlendiyên girîng pênase kir.

Amadekarên projeyê û mamosteyên Zimanê Kurdî yên bi zaraveyên Zazakî û Kurmancî perwerdeyê didin amaje kirin ku eleqeyek gelek baş ji bo Kurdî heye û ev yek dikare bibe wesîle ku bikaranîna zimanê Kurdî di jiyana rojane de belav bibe.

Berpirsê Projeyê Azîz Altinboga ji K24ê re diyar kir: “Serlêdan hene, 300 xwendekaran dest bi perwerdeyê kirin. Bi rêya online jî perwerde tê dayîn. 18 pol hene û 10 mamoste hene.”

Mamosteya Kurmancî Asya Kutuk eşkere kir: “Xwendekarên me gelek mereq dikin. Hemû Kurmancî dizanin. Lê nikarin biaxivin, an jî nikarin bixwînin û binivîsin. Ew jî dixwazin fêrî xwendin û nivîsînê bibin.”

Mamosteyê Zazakî Şahap Laçîn jî destnîşan kir:  “Di fêrgeha me de em bi modulan perwerdehiyê didin. Astên wek A1, A2 û B1 hene. Ev ast bo Zazakî wisa ye.”

Di Atolyeya Zimanên Şaristaniyê de ji zimanê Kurdî zaraveyên Kurmancî û Zazakî, zimanê Farisî, Osmanî, Suryanî û Erebî wane tên dayîn. Xwendekarê tevlî waneyan dibin jî dibêjin ewê hewl bidin jiyana xwe de bêhtir Kurdî biaxivin û daxwaz kirin ku di projeyê de zaraveyê Soranî jî cih bigire û Kurdî bibe xwedî statu.

Xwendekar Siltan Yavuz diyar kir: “Gelek Kurd hene, Kurdî zanin lê napeyîvin. Wek mînak yên dibêjin 'ez fêm dikim, lê nikarim biaxivim' hene. Baş çêkirine em dixwazin Soranî jî hebe. Em dixwazin Kurdî bibe xwedî statu.”

Herwiha Mehmet Yavuz Kahraman jî dibêje: “Lawê min diçe pola 11 û Kurdî dizane, lê keça min nizane. Emê hewl bidin ku wê jî fêrî Kurdî bikin.”

Di Atolyeya Zimanên Şaristaniyê de di Serdema Feqiyê Teyran de dê ji bilî waneyên rûbirû waneyên online jî werin dayîn û serdema waneyên Kurdî jî dê 4 mehan bidome. Ji bo projeyê sala borî 640 kesan serî lê dabû û îsal jî ev hijmar ji 1 hezarî zêdetir bûye û di nava zimanan de eleqeya herî zêde jî bo zimanê Kurdî ye.