Tîmên Şaredariya Hewlêrê paşmahiyên lehiyê paqij dikin
Helmeteke berfireh ji bo paqijkirina taxên Hewlêrê ji paşmahiyên lehiyê tê birêvebirin.
Hewlêr (K24) – Wezareta Bajarvaniyê ragihand; bi raspardeya Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê û bi serperiştiya Serokê Şaredariya Hewlêrê, hemû tîmên şaredariyê û rêveberiyên xizmetguzarî û jîngehpariyê, helmeteke berfireh ji bo paqijkirina taxên Hewlêrê ji paşmahiyên lehiyê birêve birin.
Wezareta Bajarvaniyê eşkere kir; ji bo ku proseya paqijkirinê bi awayekî bilez birêve biçe, 100 amûr têne bikaranîn û hemû cihên ku hatibûn diyarkirin, hatin paqijkirin.
Duh roja yekşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana bajarê Zêrîn û gundê Korê yên li derdora bajarê Hewlêrê kir û serdana ziyandîtiyên lehiyên li her du deveran kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdanê de ragihand; Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hevkarî û alîkariyên pêwîst dê pêşkêşî ziyandîtiyên vê lehiyê bike û bi qasî şiyana xwe, wan qerebû bike.