Mesrûr Barzanî: Ji bo parastina jîngehê niha dema xebatê ye

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê rola xwe ya di helmeta rûbirûbûna guherîna keş û hewayê de bi cih tîne

Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo stratejiya cîhanî ya bi mebesta rêgirî li guherînên keş û hewayê û germbûna gerdûnî, nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; gotûbêjên lûtkeya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo rûbirûbûna guherîna keş û hewayê, piştevan û hander bû ji bo avêtina pêngavan di rûbirûbûna gefeke cîhanî de. Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bû di lûtkeyê de ji bo bicihanîna rola xwe ya di vê helmeta cîhanî de. Niha dema xebatê ye.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarkirinê ve bi girîngî stratejiya parastina jîngeha Kurdistanê dariştiye û di dema xebata xwe de hewl daye sûdê ji enerjiya paqij werbigre û metirsiyên li ser keş û hewayê derketine holê kêm bike û bala xwe bide parastina çavkaniyên avê û zêdekirina rêjeya keskahiyê.