Parêzgarê Hewlêrê: Ji bo her malbatekê ziyan ji lehiyê dîtiye dê 3 hezar Dolar were dayîn
Parêzgarê Hewlêrê: Ziyanên lehî û baranê bi 5.5 milyar Dînar hatine texmînkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, her malbatekê ku ziyan ji lehiya berî çend rojan dîtiye, 3 hezar Dolar jê re hatiye terxankirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ziyanên lehî û barîna baranê bi 5.5 milyar Dînar hatine texmînkirin û diyar kir ku 591 xaniyan ziyan dîtine.
Parêzgarê Hewlêrê her wiha got: “Her malbatekê ku ziyan dîtiye, dê bi 3 hezar Dolar were qerebûkirin û hemû xaniyên ziyan gihîştine jî dê bên nûkirin.”
Destnîşan kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji roja Şemiya bê 6ê Mijdarê ve ve, dest bi proseya qerebûkirinê bike.
Parêzgarê Hewlêrê spasiya Encûmena Wezîran a Iraqê jî kir ku 3 milyar Dînar ji bo qerebûkirina kesên ziyan dîtine, terxan kirine.
Roja Şemiya borî ji ber barana zêde li çend deverên parêzgeha Hewlêrê lehî rabû û ziyanên madî yên mezin gihîşt hejmarek ji mal û otomobîlan, bêyî ku ziyanên canî hebin.