Amerîkayê hejmarek alavên serbazî radestî Iraqê kirin
Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand; Amerîkayê 2100 barên alavên serbazî û 1800 wesayît û belemên biçûk û tanker radestî Iraqê kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand; Amerîkayê 2100 barên alavên serbazî û 1800 wesayît û belemên biçûk û tanker radestî Iraqê kirin.
Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê diyar kir ku artêşa Amerîkayê ev alav radestî artêşa Iraqê kir, ji ber ku di siberojê de rola wan ji şerkirinê bo şêwirmendiyê dê biguhere.
Li ser vê mijarê Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand; ligel Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û aliyê Amerîkî û Brîtanî civiyane û li ser pêngavên vekişîna Hevpeymanan û Amerîkayê ji Iraqê û guherîna erkê wan bo şêwirmendiyê, gotûbêj kirine.
Qasim Erecî diyar kir ku ev pêngav beşek e ji rêkeftina stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê, ku dê dawiya îsal were cîbicîkirin.
Herwiha di daxuyaniyekê de artêşa Iraqê ragihand; ew ligel Amerîka û Hevpeymanan di hemahengî û karkirinê de ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û lêdana binke û baregehên wan, berdewam dibin.