“Rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistanê kêm dibe”
Li gor amarên Desteya Amar a Herêma Kurdistanê, rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistanê ji % 10 kêmtir e, lê li parêzgehên Iraqê nêzîkî ji % 50 dibe.
Hewlêr (K24) – Hewlên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina derfetên kar û encamdana projeyên mezin ên pîşesazî û çandiyê, hiştiye ku rêjeya hejariyê bi rêjeyeke berbiçav dakeve. Serokê Desteya Amar a Herêma Kurdistanê dibêje, bi berawirdkirina bi Iraqê re, rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistanê ji % 10 kêmtir e, lê li parêzgehên Iraqê nêzîkî ji % 50 dibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina rêjeya hejariyê, lêkolîneke nû dike. Her çend e Wezareta Plandanê ya Iraqê car bi car rê rêjeya hejariyê li Iraq û Herêma Kurdistanê belav dike, lê Serokê Desteya Amar a Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed li wan amaran mikur nayê û diyar dike li rêjeya hejariyê li Kurdistanê gelekî kêmtir e.
Sîrwan Mihemed ji K24ê re got: “Amerên ku Wezareta Plandanên belav kirine, li gor lêkolînekê ye ku di nava sala 2020an de hatiye kirin ku wê demê qeyrana abor û nexweşiya Koronayê hebû. Me li Herêma Kurdistanê, ew lêkolîn pesend nekir, ji ber ku amarên tê de hatine, gûman li ser hene. Dibe ku sala borî hinekê rêjeya hejariyê zêde bûbe, lê îsal bawer nakin ew rêje zêde bibe. Niha me pîverek bi rêkeftina ligel Banka Navdewletî encam da, ji bo em bizanin rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistanê di çi astê de ye, eger karên meydanî bi dawî bûn, emê encaman belav bikin. ”
Li gor datayên ku li ber destê Wezareta Plandanan a Herêma Kurdistanê ye, rêjeya Hejariyê li Herêma Kurdistanê ji % 10 kêmtir e, ev rêje hîn jî li bin standarta navdewletî ye.
Şarezayê aborî Govend Şêrwanî dibêje: “Rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistanê gelekî ji ya Iraqê kêmtir e. Li seranserî parêzgehên Kurdistanê ji % 10 kêmtir e, lê li çendîn parêzgehên Iraqê yên bi petrolê dewlemend in gelekî bilind e, wek mînak li parêzgeha Musene ji % 52, li parêzgehên % 30 û % 40 e, tenê li Bexdayê % 15 ye. Tiştekî gelek seyr e ku Iraq pêncemîn yedeka wê ya petrolê cîhanê heye, 11emîn yedeka gaza wê ya xwezayî heye û duyemîn berhemhênerê petrola li welatên OPEC e, rêjeya hejmarî û bêkarî lê gelekî bilind e.”
Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî kar li ser berfirehkirina çavkaniyên dahatê dike, vê jî hîştiye ku derfetekên kar zêde bibe û rêjeya hejariyê kêm bibe.