Hejmara nû ya kovara Bîrnebûn derket
Kovara Bîrnebûn 4 mehan carek tê weşandin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara nû ya kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê ya Bîrnebûn derket. Kovar 4 mehan carek tê weşandin.
Hejmara Bîrnebûnê ya 82an derket. Kovara ku 3 mehan carek dertê di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cureyên din.
Kovar di sala 1997an de li Almanyayê derket û 23 sal in weşana xwe berdewam dike.
Di kovarê de li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn de gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.
Kovar bi piştgiriya Weşanxaneya APECê ya li Swedê tê weşandin.
Naveroka vê hejmarê ev nivîs in:
“Berî pandemiyê Weqfa KANê li şaredariya Botkyrkayê li bajarê Stockholma Swêdê dest bi mekteba Şemiyê kiribû bo zarokên kurd. Ji ber pandemiyê demekê navber hatibû dayîn. Bi destpêka vê payîzê re dîsan her rojên şemiyan vekirî ye.
Burhan Sönmez nivîskarekî li welêt û li cîhana edebiyatê tê naskirin, li gelek welatan berhemên wî hatine wergerandin. Di vê hejmarê de bi sernivîsa Burhan Sonmez nasandineke kurt heye. Di 24ê payîza pêşîn a 2021an de nivîskar û parêzerê mafê mirovan, Burhan Sonmez wek serokê PENa Navneteweyî hat hilbijartin. Em bi vê xeberê dilşa bûn û wî pîroz dikin.
Xelata Wêjeyê ya Nobelê ku ji aliyê foneke Alfred Nobel ve hatiye avakirin, li Swêdê hersal tê dayîn. Ev fon ji aliyê Weqfa Nobelê ve tê birêvebirin û Akademiya Swêdê jî xwedî erka tayînkirina xelatê ye. Xeberên xelata edebiyatê û ya aşîtiyê ya 2021an hûn ê di vê hejmarê bibînin.
Muzaffer Ozgur bi sernivîsa Cîhanbeylî û êşa 52 rojan bîranîneka bi êş ya jineka ji rojavayê Tirkiyê nivîsiye ku bûyer li gundekî Anatoliya Navîn rûdaye.
Mem Xelîkan di rêzenivîsa xwe ya kilamên Kurdên Anatoliyê de kilama Elegçî bi kurteşiroveyekê ev kilama berhev kiriye.
Hakan Yaşar nîgarkêşekî li welatê Norwecê bi nav û deng e. Adem Ozgur, Hakan û berhemên wî bi me dide naskirin.
Abdulbakî Xalîsînan bi helbesta Lo Şifero, Feyzî Mîrhesen bi sernivîsa Şiroveya kilamên dengbêjan, Rojvan Enes bi helbeta xwe ya Baran li teqê min dixe, Xizan Şîlan bi helbesta Tenêtiya westiyayî, Altun Başaranê li ser şareyên me bi navê Bihîstina şînên me li xerîbiyê hem Ela Rehmê wek şare daye nasandin û hem jî kilameka wê ya şînê nivîsiye.
Nuh Ateş bi wergera ji almanî çîrokeka Heinrich Böll a bi navê Revendo, tu têyî Şpa… nivisiye.
Seyidxan Anter bi sernivîsa Stockholmê, ji salên 1980î û vir ve rêxistinên kurdan û xebatên wan nivîsiye. Mehtap Îdeliyê li ser gotina berşu ku kewneşopiyeka di nav kurdên Anatoliyayê de hebû bi navê Berşu nivisiye û bi vê xebatê ev gotin û bi dehan gotinên di wî warî de berhev kiriye.”
Lêkolîner Rohat Alakom bi Keştiya Nûh xwe giyand vê hejmara me. Bi sernivîsa Kurd: Neviyên Nûh ji pirtûkên pîroz wek tewrat, încîl û qûranê û herwiha ji berhemên lêkolîner û gerokên wek Ewliya Çelebî lêkolîneke balkêş amade kiriye.
Seyfî Doğan, bi navê qerfo û quto, kurtehelbest, Ferîdun bi henek û Hizir Akbina bi sernivîsa Odeyên gundan, Ehmed Berber bi helbesta Êkane û Hayrettîn Güven bi rêzenivîsa xwe ya Dengê bavê min, Ehmed Mîlan ji çarînên Omer Xeyam bi wergera ji farisî: ev hejmara dewlementir kirine.