Trump: Me di 3 rojan de 42 keştiyên şer ên Îranê rûxandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, operasyonên wan ên serbazî yên li dijî Îranê bi serkeftî berdewam dikin û armanca wan a sereke ew e ku rê li Îranê bigirin, da nebe xwedî çekên atomî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 7ê Adarê di Lûtkeya Serokên Welatên Latîn de ku li Florîdayê birêve çû, gotarek pêşkêş kir û tê de hûrgiliyên operasyonên li dijî Îranê aşkere kirin û ew operasyon wekî "serkeftî" bi nav kirin.

Trump derbarê ziyanên artêşa Îranê de got: "Hêzên me di nava sê rojan de, karîn 42 keştiyên şer ên hêza deryayî ya Îranê têk bibin. Herwiha eşkere kir jî, ji bilî hêza deryayî, hêza asmanî û tevahiya torên peywendiyê yên Îranê jî hatine armanckirin û rûxandin.

Trump di beşeke axaftina xwe de got: "Diviyabû me ev kar bikira û êrîşî Îranê bikira; ji ber ku heke me destpêşxerî nekira, ew ê bibûna xwedî çekên atomî."

Trump tekez kir jî, artêşa Amerîkayê di cîhanê de ya herî bihêz e û operasyonên wan heta gihîştina hemû armancan dê ranewestin.

Ev operasyon di sibeha 28ê Sibata 2026an de dest pê kir, dema ku Amerîka û Îsraîlê êrîşeke asmanî ya berfireh birin ser Îranê û di encamê de hinek serkirdeyên payebilind ên wî welatî hatin kuştin. 

Îranê jî di demeke kurt de bersiv dabû û bi mûşekan baregehên Amerîkayê yên li herêmê û hinek xalên Îsraîlê kiribûn armanc.