Neçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê her tim kar ji bo aramiya navçeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî îro 7ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wergirt.

Di peywendiyê de, bi hûrgilî bal kişandin ser rewşa navçeyê û wan kêşeyên metirsîdar ên ku di encama şer de derketine holê. Her du alî hevnêrîn bûn ku zêdebûna girjiyan gefeke rasteqîn li ser îro û paşeroja aramiya navçeyê çêdike; lewra tekezî li ser pêwîstiya girtina rêkarên siyasî kirin, da ku rê li ber belavbûna pevçûnan were girtin û gel ji malwêraniya şer werin parastin.

Ji aliyekî din ve, Erdogan spasiya taybet a xwe pêşkêşî Neçîrvan Barzanî kir, ji bo rola wî ya diyar û erênî di hevkarî û piştgirîkirina aştiyê de li Tirkiyeyê. Herwiha destnîşan kir ku ev helwest faktorên bingehîn in ji bo çespandina tebayî û pêkvejiyana gelan û kêmkirina aloziyên li navçeyê.

Neçîrvan Barzanî jî li aliyê xwe ve piştrast kir ku Herêma Kurdistanê mîna her car kar ji bo aramiya navçeyê dike û piştgiriyê dide her gava aştiyane û dîyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayekî ku asayîş û berjewendiya giştî ya gelên navçeyê were parastin.

Ji dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê ligel Îranê dest pê kiriye, welatên cîhanê bi giştî û welatên navçeyê bi taybetî, daxwaza rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîyalog û dîplomasiyê dikin. Herêma Kurdistanê jî wekî faktora aramiya navçeyê, daxwaza xurtkirina hewildanên navdewletî dike, da ku rê ber li berfirehbûna zêdetir a bazneya pevçûnan were girtin.