Neçîrvan Barzanî û Macron tekezî li ser parastina aramiya navçeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di peywendiyeke telefonî de rewşa navçeyê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî îro 7ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wergirt. 

Di peywendiyê de, her du serokan li ser rewşa navçeyê û bandorên şer nêrînên xwe parve kirin. Her du aliyan nîgeraniya xwe ya kûr li hember metirsiya zêdebûna girjiyan anîn ziman û li ser pêwîstiya xurtkirina hewildanên navdewletî ji bo rêgirtin li berfirehbûna bazneya pevçûnan hevnêrîn bûn, bi awayekî ku aştî û ewlehî ji bo gelên herêmê vegere.

Di tewereke din a guftûgoyê de, peywendiyên Fransayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya hevkariyan hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dostanî yên di navbera xwe de kirin, ku xwedî dîrokeke dirêj a hevkarî û hevahengiyê ne di warên cuda de.

Ji aliyê xwe ve, Neçîrvan Barzanî spasiya rola pêşeng a Macron û Fransayê kir, ji bo piştevaniya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi taybetî di hewildanên dîplomatîk de ji bo dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer û aloziyan.

Ji dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê ligel Îranê dest pê kiriye, welatên cîhanê bi giştî û welatên navçeyê bi taybetî, daxwaza rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîyalog û dîplomasiyê dikin. Herêma Kurdistanê jî wekî faktoreke aramiya herêmê, daxwaza xurtkirina hewildanên navdewletî dike, da ku rê li berfirehbûna zêdetir a bazneya pevçûnan were girtin.

Ev yek di demekê de ye ku sibêha Şemiyê, 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşên asmanî birin ser Îranê û di encamê de çend serkirdeyên wî welatî hatin kuştin.

Li hember vê, Îranê di demeke kurt de bersiva van êrîşan da û tevî avêtina hejmareke mûşekan ber bi Îsraîlê ve, gelek bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li welatên navçeyê kirin armanc.