Mezlûm Ebdî bi malbatên dîl û girtiyan re civiya: 1070 dîl di girtîgehên Sûriyeyê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, agahiyên fermî gihîştine wan ku 1070 dîl di girtîgehên Sûriyeyê de ne û karê ji bo vegerandina wan berdewam dikin.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî îro 7ê Adarê bi komîteya ku nûnertiya malbatên dîl û windayan dike re, civiya. Ebdî di civînê de diyar kir ku wan agahiyeke fermî wergirtiye ku 1070 dîl û girtiyên wan (sivîl û şervan), di girtîgehên bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de ne.
Ebdî tekez kir, dosyaya dîlan wekî "doza bingehîn" di pêvajoya lihevkirina ku di 29’ê Çileyê de hatibû îmzekirin de, cih digire. Ebdî got: "Ev dosya ji bo me gelekî giring e. Em ê bi ti awayî dest ji vê dozê bernedin û em pêvajoyê bi baldarî dişopînin."
Fermandarê HSD’ê destnîşan kir, hewildan bi awayekî gur û li gorî planeke diyarkirî berdewam dikin, da ku di dema herî nêz de dîl vegerin nava malbatên xwe. Her wiha eşkere kir ku di rojên borî de, wekî gava yekem, hinek dîl ji her du aliyan hatine berdan.
Herwiha Ebdî bal kişand ser rewşa girtîgehên li herêmên di bin kontrola HSDê de û got, plana wan a ji bo berdana girtiyan di çarçoveya "amadekirina girtiyan ji bo jiyana asayî û kêmkirina qelebalixiya girtîgehan" de berdewam dike.
Ev civîn piştî wê yekê tê, di rojên borî de, bi dehan malbatên şervanên HSDê li bajarê Qamişlo di xwepêşandanan de daxwaza naskirina çarenivîsa kurên xwe kirin, ku di şerên dawî li gel hêzên hikûmeta Sûriyeyê de, dîl ketine yan jî winda bûne.