Şandeke Weqfa Mezopotamyayê serdana Kurdistan24ê kir

Şandeke Weqfa Mezopotamyayê serdana navenda Saziya Ragihandin û Lêkolînan Kurdistan24ê kir

Hewlêr (K24) – Şandeke Weqfa Mezopotamyayê serdana navenda Saziya Ragihandin û Lêkolînan Kurdistan24ê kir û behsa kar û xebatên weqfê yên derbarê zimanê kurdî de kirin.

Şandeke Weqfa Mezopotamyayê îro 9ê Mijdara 2021ê serdana Saziya Ragihandin û Lêkolînan Kurdistan24ê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî Mihemed Hacî Kerîm û hejmarek berpirs û rojnamevanên saziyê ve hat pêşwazîkirin.

Şanda Weqfa Mezopotamyayê di serdana xwe de behsa armanca damezirandina weqfê û kar û xebatên wê yên derbarê zimanê kurdî û yekxistina nivîsandina Kurdî kir.

Endamê şandê Mîkaîl Bulbul diyar kir, rêzimanzanên ji her çar perçeyên Kurdistanê di nava weqfê de hene û yek ji armancên wan ew e, zimanê kurdî bi rêkûpêk were bikaranîn.

Destnîşan kir jî, weqfê ji bo wê armancê jî hejmarek berhem derxistine ji wan jî pirtûka “Rêvebera Rastnivîsînê” û “Ferhenga Têgehên Hiqûqê” û kovara “Folklorname” jî bi awayekî werzî diweşîne.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm, kurteyek li ser rola ragihandina kurdî di pêşxistin û standardkirina zimanê Kurdî pêşkêş kir û amadehiya Kurdistan24 ji bo her xebat û çalakiyeke di warê standardkirina zimanê Kurdî de nîşan da.

Şanda Weqfa Mezopotamyayê ji Rêveberê Weqfê Osman Akyil, Sekreterê Giştî yê Weqfê Îhsan Ay, Rêvebera Weşanxaneya Mezopotamya Surya Human, Koordinatorê Giştî Mîkaîl Bulbul û endamê rêveberiyê Ferayî Olçer pêk hatibû.

Serdana Şanda Weqfa Mezopotamyayê bo Kurdistan24ê
Serdana Şanda Weqfa Mezopotamyayê bo Kurdistan24ê
Serdana Şanda Weqfa Mezopotamyayê bo Kurdistan24ê
Serdana Şanda Weqfa Mezopotamyayê bo Kurdistan24ê

Serdana Şanda Weqfa Mezopotamyayê bo Kurdistan24ê

Serdana Şanda Weqfa Mezopotamyayê bo Kurdistan24ê