“Siyên Spî” li Enqerê balê dikişîne ser serpêhatiyên koçberan

Enqere (K24) – Bêguman bi rêya hunerê, şêweyên ravekirina hest û fikran bêsînor in. Hunermendekî Kurd jî bo balkişandina liser rêya zehmet û xeternak ya penaberan li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, karekî balkêş li ser berfa spî çêkiriye û li Enqereya Paytexta Tirkiyê di pêşanehekê de dide nasîn.

Yek ji mezintirîn kêşeyên sedsala 21an penaberî, zor caran dibe babeta hunerê jî. Hunermendê Kurd Sadik Arslan di karê xwe yê bi navê Siyên Spî de, liser befrê bi şûna piyên xwe selabetê 3 penaberan çêkiriye. Arslan bi ev karê xwe dixwaze bal bikişîne liser çarenivîsa penaberên ku ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakûr dibin. Lê belê berhema hunerî ya Arslan ku ev qas zehmet pê ve kişandiye, berhemek mayinde nîne, dema ku bihar tê dê bihele biçe. Hunermendê Kurd liser ev pirsê wiha dibêje.

Hunermend Sadik Arslan ji K24ê re got: “Bikaranîna berfê û şûna piyan wateyek sîmbolîk heye, penaberên li vê deverê bi piya ji sînoran derbas dibin, û jiber berfê zor caran rêya xwe berzir dikin. Li aliyê din ez li dijî firotina hunerê me. Ji loma tiştên mayinde çênakim. Bi giştî karên xwe de sîberan bikartînim. Hûn nikarin sîberan bifroşin.”

Arslan dibêje serpêhatiyên penaberan bandorek mezin daniye liser derûniya wî û ji loma wî xwastiye zêdetir kes ev çîrokan bibînin, bibihîsin û hest bikin.

Sadik Arslan dibêje: “Min Siyên Spî li Bajarê Wanê li navçeya Çardêran çêkir. Dema ku bihar tê li Çardêran berf dihele û termên penaberên di rê de ji serma cemidî derdikevin holê. Gelek penaber bêyî nasname derdikevin rêyan, ji loma jenderme nikare xwe bigihîne malbatên miriyan û termê wan li goristana bêkesan vedişêrin.”

Serpêhatiyên hestyar yên penaberan jî wekî helîna berfê bi hêsanî berzir dibin û ji bîran diçin. Belko heta niha me bi tenê bi kêfxweşî li barîna berfê dinêrî, balam huner nêrîna mirov diguherîne ku em bera xwe bi çaveke afirvan bidin derdora xwe û wateyên berfirehtir ji xemgînî û bextweriyên jiyana rojane derxînin.