Sêyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmanî vebû
Navenda Nûçeyan (K24) – Xula Sêyemîn a Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmanî Îro 18ê Mijdara 2021ê, bi amadebûna Wezîrê Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Silêmaniyê û hejmarek ji rewşenbîr û welatiyan vebû.
Li gor zanyariyan, di vê xuleyê de, 200 weşanxane ji 15 welatên cihanê tê de beşdar in.