Serokê Şaredariya Rezan: Em nahêlin welatî ji projeya nûjenkirinê mexdûr bibin

Diyarbekir (K24) – Projeya Nûjenkirina Taxa Kaynartepe Ya Navçeya Rezan a Diyarbekirê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de rûxandina xaniyan dest pê kir. Li aliyekê rayedarên dewletê dibêjin dê welatî mexdûr nebin, li aliyekê jî welatî dibêjin ew di nava metirsiya mexdûriyetê de ne. Li gorî projeyê dê 1733 avahî werin rûxandin û di nava 2 salan de avahiyên nû dê werin avakirin.

Projeya Nûjenkirina Taxa Kaynartepeya Navçeya Rezan a Diyarbekirê bi ruxandina xaniyên ku hatine destnîşankirin dest pê kir. Di destpêkirina projeyê de Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû axaftinek kir û bal kêşand ku Kaynartepe yek ji wan taxan e bêplan ava bûye û gelek kolanên wê hene ku wesaît nikarin bikevin tê de û ewê deverên wisa nujen bikin. Serokê şaredariya Navçeya Rezan Huseyîn Beyoglû jî amaje kir ku ew ê rê nedin ku qet welatiyek mexdur nebe û hemu welatîyên ku xaniyên wan dikevin nava projeyê dê bigihîjin mafê xwe.

Serokê Şaredariya Rezan Huseyîn Beyoglû ji K24ê re got: “Welatiyên me mexdur nabin. Em rê nadin ku tiştek wisa bibe. Kesê ku bixwaze ji dêvla xaniyê wan de dê pere bistînin, kesên ku bixwazin jî dê xaniyên ku nû werin avakirin bistînin.”

Projeya Nûjenkirina Taxa Kaynartepe ser 54 donimî, 1733 avahiyan li xwe digire û heta niha li gel 602 welatiyên xaniyê wan nav projeyê de ne hevdîtin hatiye kirin û li gel 100 welatiyan jî lihevkirin pêk hatiye. Welatiyên ku xaniyên wan dikevin nav projeyê bang dikin ku ji xwe rewşa wan a aboriyê ne baş e û ew naxwazin mexdûr bibin.

Welatî: “Em keyfxweş in ku dê taxa me ji nû ve were avakirin û were nûjenkirin. Lê bila zêde me nexin tengasiyê û bila pereyek wisa bidin me ku em mexdûr nebin.”

Welatî: “Eger pereyek berketî bidin em qayîl in, lê niha em ne qayîl in ji taxa xwe derbikevin. Zarokên me hene, biçuk in, em ê bi kuderê ve herin. Yên vê taxê hemû xêzan in.”

Li gorî projeya nujenkirina Taxa Kaynartepeyê dê qada hatiye destnîşankirin de di nava 2 salan de dê xaniyên nû werin avakirin, parqên nû werin çêkirin û kuçe û kolan jî li gorî pîvanên bajarvaniyê ji nu ve werin dirustkirin ku ev yek jî dê ji aliyê Wezareta Hawir û Bajarvaniyê ve were destnîşankirin.

Fly Erbil Advertisment