Li Diyarbekirê hunermendên Kurd çima nikarin konserên mezin bidin?

Diyarbekir (K24) – Demek dirêj e ku hunermendê Kurd li Diyarbekirê tenê dikarin li navendên hunerî, xan, barên stranên gelêrî û cafeyan de konsêran bidin.
Tê diyarkirin ku di van salên dawî de hunermendên Kurd li Diyarbekirê di çalakiyên mezin ên weke konser û mîhrîcanan de cih nagirin sedemên cuda hene.
Herwiha hunermendên Kurd ku ji bilî aborî, Covid-19, nehîştina cihekî guncaw û asteng kirine hinek partiyên siyasî û qedexeyên rayedaran re rû bi rû ne.
Hozan Brader da zanîn ku di saziyên mezin ên weke konser û festîvalan de kirina muzîka kurdî ji aliyê siyaseta kurd ve tê astengkirin.
Xebatkarên xan û cafeyan jî dibêjin şaredarî yan cih nade konserê yan jî ji bo cîhê konserê pereyekî mezin dixwaze.
Hunermend Hozan Brader anî ziman ku muzîka kurdî li cihên biçûk ên weke cafeyan asê maye ji ber ku di festîval û konsertan de rastî astengî û qedexeyan tê.
Hunermendê Kurd Hozan Brader ji K24ê re wiha nirxand ku hunermend tenê li bar, xan û cafeyên Dîyarbekirê konser didin.
“Statuya siyasî ya Kurdan bandorê li her tiştî dike. Sedema sereke ku muzîka kurdî li cihên biçûk tê pêşkêşkirin jî ev e. Di nav kurdan de bi navê kurdayetiyê pîşesaziya muzîkê tune. Çalakiyên muzîkê yên li herêmê heta niha di bin kontrola partiyên siyasî de tên lidarxistin. Partiyên siyasî jî muzîka kurdî ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe bi kar tînin. Muzîka Kurdî xwedî lêkolînên sivîl nîn e. Bûyerên ku dê muzîka kurdî di organîzasyonên mezin de wek konser û mîhrîcan bên pêşkêşkirin, ji aliyê siyaseta kurd ve tên astengkirin û destûr nayê dayîn ku sponseriya şîrketên mezin. Bi vî awayî, pîşesaziyên piçûk û cafe li ser muzîka kurdî disekinin. Muzîka kurdî di qadeke teng de asê maye û tenê bi vî awayî di cihekî biçûk de çalakî tên lidarxistin. Muzîka Kurdî ji aliyê partiyên siyasî ve tê meşandin û astengî jî ji aliyê wan ve tê çêkirin.”

Mûzika Kurdî azad e?
Xwediyê Xana Zerzevan Devrîm Çakmakci jî diyar kir ku hunermendên kurd ji ber berdêlên giran ên ku ji bo konserên li Diyarbakirê tên danîn rojên dijwar derbas dikin.
“Niha pirsgirêka sereke ya hunermendan ew e ku cîh nabînin ku konserê bidin. Şaredarî û sazî yan cih nadin yan jî daxwaza bihayên pir bilind ên kirê dikin. Ev rewş hunermendan dixe nava rewşeke dijwar. Di pêvajoya Covid-19ê de, hunermend berê rastî xitimandinek pir giran hatin, gelek hunermendan amûrên xwe firotibûn, hunermendên ku pirsgirêkên aborî hebûn û întîhar kirin. Berê li navendên çandê yên şaredariyan konser dihatin lidarxistin, lê mixabin piştî qayumê ev der ji bo bikaranînê hatin girtin. Ji ber vê kêşeyên hunermendan hene.”
Çakmakci, da zanîn ku hîna jî helwesteke neyînî ya li hemberî kurdî heye û got, “Her çendî bê gotin kurdî azad e, kurdî ne qedexe ye, li dijî muxalîfan berxwedan tê kirin. Bi rastî jî şaredarî bi bilindkirina bihayê cihên konseran dixwaze rê li ber hunermendên kurd û muzîka kurdî teng bike.”

“Planên me heye ku en hunermendên mezin dawet bikin”
Rêvebira Karsaziya Xana Mey û Kafeya Mahabadê Zelal Batur sedema ku hunermendên kurd di van demên dawî de li Diyarbekirê tenê li cafe û barên stranên gelerî konseran didin wiha diyar kir:
“Sedemên vê yên aborî û siyasî hene. Mînak dema ku em bixwazin li qadên mezintir konseran li dar bixin, girseya ku herêmê tije bike dê nikaribe were û nekare lêçûnên me bi cih bîne.
Heger em bikaribin ji bo hunermendên wek Hozan Brader, Bilind Îbrahîm, Hozan Xanê, Hîvron, Ciwan Hoca xwe bi rêxistin bikin, dê temaşevanên mezin werin guhdarîkirin. Wekî din, zehmet e ku mirov pîvana aborî bigire. Dilê me jî nemaye ku em hunermendên weha hêja tenê vexwînin cafeyê.
Batur, bal kişand ser wê yekê ku plana wan heye ku hunermendên navdar ên Kurd ên wekî Şivan Perwer û Ciwan Haco vexwînin Diyarbekirê û wiha dewam kir:
“Planên me yên rêxistinî ji bo konseran li cihên mezintir hene. Ger hunermendên wek Şivan Perwer û Ciwan Haco karibin werin konserê, dikarin li cihên wekî Stadyûma Diyarbekirê an jî qada Newrozê ji bo konseran bên organîzekirin. Bi vî awayî edetên çûna konseran ji holê radibe û ji bo hunermendên din jî cihên konserê tên sazkirin. Em dizanin ku dema ev hunermend bên qadan tijî bibin. Di warê aborîyê de jî em ê berpirsyariyê bigirin ser xwe. Ev ji bo me hemûyan nirxeke netewî ye.”

“Kurd muzîka populer duhdarî dikin”
Rêvebirê Amytis Mekan Muharrem Erbey jî diyar kir ku hin sedemên cuda hene ku hunermend li cihên wekî xaniyan û barên stranên gelerî konseran saz dikin.
“Çend sedemên vê yekê hene. Em di pêvajoyeke çekdarî re derbas dibin. Lewma mihrîcan û çalakiyên çand û hunerî bi pêşengiya şaredarî û saziyan tên lidarxistin. Di encama tayînkirina qeyûman de rêxistinên mezin nikarin bên girtin. Ev kêmasiya wan e. Ji ber pandemiyê, çalakiyên mezin nekarîn werin lidarxistin an piraniya wan hatin betal kirin. Ji ber ku daxwazên saziyên mezin ên wekî konser û festîvalan pêk nayên, hunermend diçin cihên piçûktir û hêsan."
Erbey, anî ziman ku muzîka kurdî di demeke dirêj de dikare bigihêje cihên baştir û wiha dewam kir:
“Niha mûzîka Kurdî nikare qadên mezin ên Diyarbekirê tijî bike. Hunermendên Tirk ên navdar dikarin bên û tijî bikin.
Gelê me hewl nade ku muzîka bi kalîte kifş bike. Divê wekî bandorek çanda gelêrî û periyodîk were nirxandin. Ez wisa difikirim ku di demeke dirêj de muzîka kurdî dikare biçe cihekî baştir. Nebûna rêxistinên ji bo cihên mezin bi çanda populer ve girêdayî ye. Ger Ciwan Haco, Şivan Perwer an Aynur Dogan werin, dikarin qadên mezin tijî bikin. Ev jî bi asta têgihiştinê ve girêdayî ye. Kurd jî mîna gelên li Tirkiye û cîhanê dijîn, guhdarên muzîka gelêrî ne. Lewma em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin. Lê mixabin him edebiyata kurdî û him jî muzîka kurdî têra xwe nayê eleqedarkirin. Li ser tiştê ku populer e tê darizandin."
