Li Diyarbekirê Konferansa Edalet û Sazkirina Aştiyê hat lidarxistin
Diyarbekir (K24) – Enstutiya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê DÎSA, konferansekî li ser şer û pevçûn û aştiya netewe û welatan, bi 6 mînakên li cîhanê ku lêkolînên akademîk li ser hatine kirin lidar xist. Di konferansa bi navê ‘Lêkolînên li ser Edalet û Sazkirina Aşitiya Civakî’ de; lêkolînên ku li ser meseleyên Srî lanka, Guetamala, Nepal, Kolombia, Rûanda û Meksîka/Chiapasê hatine kirin, hatin pêşkêş kirin û aliyên wan yên dişibin kêşeya Kurd hat nirxandin.
Li Diyarbekirê bi pêşkêşkirina ceribandinên aşitiyê ku li 6 welatên cuda hatine caribandin û piştî şer û pevçûn, komkujî û jenosidan, dayîna hewlên lihevkirinê konferansa dadwerî û sazkirina aştiyê hat lidar xistin. Di konferansa ku ji aliyê DÎSAyê ve hat lidar xistin de, aliyên wan meseleyan yên bi meseleya Kurd û Kurdistanê ve dişibin hev û jihev cuda ne jî hatin nirxandin.
Revebirê DÎSA’yê akademisyen Cuma Çîçek, anî ziman ku bi xebatên bi vî rengî, mebest ew e ku di kêşeya Kurd de, ders ji wan ceribandinên bê wergirtin û demekî zûtir, bi rêyên diyalog û aştiyane kêşe bê çareserkirine.
Cuma Çîçek ji K24ê re got: “Me nîyet kir ku em li ser meseleyên li Cîhanê ka gelo meseleyên wek meseleya Kurd, li ciyên din, li welatên din û li deverên din çewa qewimîne, sedem çibûye û çreserî çewa pêkhatî ye, agahiyan derbixin holê, arşîvekî ava bikin û pêşkêşî raya giştî û bi taybet jî saziyên sivîl û siyasetmedaran bikin. Dîsa me xwest ku ev mesele bibe meseleya akademiye jî, bi mixabinî, teqrîben 40 sal e şer û pevçûn li Tirkiyeyê hene, lê ji akademiya li Tirkiyeyê kesên ku li ser van mijaran dixebitin pir kêm in. Me xwest ku em akademisyenên ciwan teşwîq bikin da ku li ser meseleyên pevçûnên navxweyî û avakirina aştiyê bixebitin.”
6 akaemisyenên ku ji zaningeh û bajarên cuda beşdarî konferansêbûn jî, li ser deverên ku li ser lêkolîn kiribûn, agahiyan ragihandin û jêderên xebatên xwe nirxandin.
Hîlal Yavûz li Zaningeha Bogazîçî, li ser mijara jenosîd a Rûandayê lêkolîn kiriye û anî ziman ku lidarxistina konferansên wiha ji bo avakirina aştiyê girîng in.
Hîlal Yavûz dibêje: “Ji ber lêkolîna min li ser jenosîdê bû, bi kêşeyên me re wek hev nîn e, lê di wê komkujiyê de, bandorên welatên li hewildor gelek zêde ye û jêderên Rûandayê nîşan dide ku rewşa niha ya miletê Kurd jî muhtacî çareseriyeke heremi ye ku hemû cîranên Kurdan tê de daxilbin. Aliyekê wê komkujiyê jî zêdebûyîna otoriteriye û di encamê de jî peyda bûna qeyranên abôrî û civakî ye ku li Tirkiyeyê encamdayînên wisa rûdidin. Loma jî di çareseriya kêşeyan de, ceribandinên din girîngin ku bên zanîn û parvekirin.”
Firat Çapar jî li zanigeha Mêrdînê, li ser mijara Srî Lankayê lêkolîn kiriye û tîne ziman ku di encama şer û pevçûnan de têkçûyîn û encamên xerab peyda dibin û sazkirina aşitiyê jî hem girîng e , hem jî zehmet e.
Firat Çapar diyar dike: “Min li ser şer û pevçûn ka çi tîne serê miletan û perîşaniyan peyda dike xebat kiriye. Tabî bi kêşeya Kurd û Tirkiyeyê re mukayeseya wê jî dikin ku ka gelo em çewa dikarin qiyas bikin û aşitîyê ava bikin.”
Konferans bi 2 rûniştinan û pêşkêşkirina gotaran li ser 6 meseleyên ku li deverên cuda yên Cîhanê rûdane û piştî diyalogan heta astekî çareserî peyda kirine birêve çû û bi pirs û bersivan jî xilas bû.