Peyama Serok Barzanî di salvegera bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera 52ê ya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Ew karesata dilşweat tawneke din bû ji rêzetawanên din ên wê rejîmê li dijî gelê me.”

Serok Mesûd Barzanî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) di salvegera 52ê ya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe deragihand: “Bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê li roja 24ê Nîsana 1974ê, ku bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan welatiyên bêguneh, nîşaneke zelal a siyaseta şovenî û hovîtiya rejîma berê ya Iraqê li dijî sivîlên Kurdistanê bû.

Peyama Serok Barzanî:

Bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê li roja 24ê Nîsana 1974ê de, ku bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan welatiyên bêguneh, nîşaneke zelal a siyaseta şovenî û hovîtiya rejîma berê ya Iraqê li dijî welatiyên sivîl ên Kurdistanê bû. Ew karesata dilşweat tawneke din bû ji rêzetawanên din ên wê rejîmê li dijî gelê me.

Di salvegera wê tawana mezin de, em silavan ji bo şehîdên wê karesatê û hemî şehîdên Kurdistanê dişînin.