Navenda Lêkolînan a Kurdistan24 dîdareke taybet bi rewşa Şingalê birêve dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Saziya Kurdistan24ê, dîdareke taybet derbarê pirsa Şingalê û navçeyên Kurdistanî de li Duhokê birêve dibe û hejmarek ji kesayetî, çavdêrên siyasî û lêkolîner tê de beşdar dibin.

Dîdar bi navnîşana “Pirsên Netewî û Xakê: Şingal û Navçeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Ferderalî de Cihê Nakokiyê” birêve diçe. Di dîdarê de, hokarên asayînekirina rewşa wan navçeyan tên şîrovekirin ku ji bo çi heta niha koçber nikarîne vegerin navçeyên xwe.

Li gor karnameya dîdarê, diyardeya terorê û guhartina demografiya wan navçeyan di vê dîdarê de tên behskirin.

Dîdar îro 12/12/2021ê li demjimêr 15:00 li hola Hotela Perwer a li kolana Barzan a Duhokê dest pê dike.