Binpêkirinên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran li Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de ne 20ê Çileya 2018an êrîşî ser Efrînê kirin û roja 18ê Adara 2018an Efrîn, navçe û gundên wê dagîr kirin.

Ji wê demê ve jî, Efrîn di bin zulm û zordariyeke mezin de ye û rojane tawan û binpêkirinên mafên mirovan tên kirin û mal û milkên xelkê tê dizîn û talankirin û demografiya Efrînê tê guhatin.

Di vê “video wall” de bêjera Kurdistan24 Îman Derbas hin zanyariyan di wê derbarê de dide: