Parlamenterê berê Ayhan Bîlgen dest ji HDPê berda

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê berê û Şaredarê berê yê Qersê Ayhan Bîlgen dest ji HDPê berda. Da xuyakirin, ew dixwaze têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî, azadî û aştiyê li cihekî din berdewam bike.

Ayhan Bîlgen bi daxuyaniyeke nivîskî dawî li endamtiya xwe ya HDPê anî. Bîlgen Da zanîn, ne ji bo berjewendiyên kesî, lê belê ji bo daxwazên civakî tevlî HDPê bûbû, ji ber heman sedeman jî cuda dibe.

Bîlgen ku demek e li torên civakî rexne lê tên girtin, ji berpirsên HDPê xwast, bi daxuyaniyekê dawî li kempîna reşkirinê ya li ser torên civakî ya li dijî wî bînin.

Ayhan Bîlgen sala 2007 tevlî HDPê bû û demên dirêj di HDPê de erkên peyvdariya Partiyê kir. Di hilbijartinên 2019’ê de wek namzetê HDPê li Qersê hat hilbijartin û bû şaredarê Qersê, lê piştî demekê Wezareta Navxwe li şûna wî jî qeyum danî.

Ayhan Bîlgen hê berê dabû xuyakirin, li Tirkiyê pêwîstî bi zimanekî din û tevgerek din ya siyasî heye.