Yekemîn Mîhrîcana Cilên Jinan li Diyarbekirê dest pê kir
Diyarbekir (K24) – Bi mîhrîcana cil û bergên jinan, berhemên 40 markeyên navdar, li bazarekî tên firotin. Rêvbirên mîhrîcanê tînin ziman ku mebest ji vê festivalê ew e ku bi erzanî markeyên navdar bigihînin welatiyan. Hin ji welatîyên serdana mîhrîcanê kirin lidar xistina mîhrîcanê girîng dinirxînin, hi ji wan jî fiyetan biha dibînin.
Li Diyarbekirê yekem mîhrîcana cilên jinan hat lidar xistin û jin jî bi girseyî serdan dikin. Li gel ku qeyrana aborî yek ji mijara serekî ya li Turkiyeyê û Bakûr e jî, mîhrîcana cilên jinan bi serdan û beşdariya girseyî dest pê kir.
Rêvebirê mîhrîcanê Yasîn Tutuncuoglû da zanîn ku ew li gelek bajaran vê festivale lidardixin û îsal yekem car e jî li Diyarbekirê lidar dixin, Tutuncuoglû balê kişand ku baldariyeke baş heye û ew jî bi 40 kesan xizmetan didin.
Yasîn Tutuncuoglû ji K24ê re got: “18 sal e em li seranserê Tirkiyeyê, organîzasyonên wiha dikin. Ji 2014’an ve jî bi taybet ji bo jinan em festivalên cilên jinan lidar dixin ku tê de, marqayên navdar, bi fiyetên erzan tên firotin. Li Diyarbekirê yekem mîhrîcan e, lê bi awayekî girseyî dest pê kir. 40 marqeyên navdar hene li mîhrîcanê û ji bo bi hêsanî kirîn û firotin bê kirin jî her derfet amade ne.”
Bi destpêka mîhrîanê re, li ber her dezgahekî bi dehan jin kombûn û ref bi ref jin eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcanê dan.
Welatiyên ku fiyetên li bazar ango festivalê giran dibînin jî hebûn, yên ku wek derfetê peyda kirina pêwistiyên xwe didîtin jî hene.
Welatî Denîz Erçe dibêje: “Baş e ku hatiye vekirin, em jî hatin ku pêwistiyên xwe bikirin, fiyet jî baş in, ji min re sakoyekî lazim e. Fiyetên li vir baştir xuya ne, li bazarê sako bi 600-700 lîre ne , li vê derê 250-300 lîre ne. Wisa jî baş e emê bo xwe bikirin.”
Welatî Tûba Kaçmaz jî got: “Bi raya min pir baş buye û pêwistiya Diyarbekirê jî bi tiştên wiha heye, li bajarên mezin yên din dihat kirin û ez diçûmê. Li Diyarbekira me jî lidarxistina vê mîhrîcanê baş e. Min hin pêiwstiyên xwe kirîn.Fiyetên hin ji wan wek yên li ser înternetê ne, hin fiyet jî erzantirin. Marqeyên navdar û fiyetên baş li bazarê hene.”
Yekem Mîhrîcana cilên jinan yê Diyarbekirê dê di navbera 14 û 19’ê Berfembarê de vekirî bimîne û berhemên 40 marqeyên navdar bên firotin.