HDP: 2 girtiyên nexweş li girîtgehan canê xwe jidest dan
HDPê bi daxuayniyekî daxwaza berdana girtiyên nexweş û yên cezayên wan xilas bûne kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê bal kişand li ser mijarên sereke yên rojeva Tirkiyê û girtiyên ku li nexweşxaneyan canê xwe jidest didin.
Hevserokê HDPê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan ragihand, di nav 24 demjimêran de 2 kesên bi navê Abdulrezak Şuyur û Xelîl Guneş, li girtîgehan canê xwe jidest dane.
Zeyad Ceylan bang û daxwaz kir jî ku girtiyên nexweş bên berdan, yên ku cezayên wan xilas bûne jî bên azad kirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser qeyrana aborî û tecrîta li girtîgehan jî û dema ku daxuyanî berdewam dikir de polîsan beriyer kişandin navbera çapameniyê û xwepêşanderan.