Hemama Xan a dîrokî yek ji kevintirîn û ciwantirîn cihên Sine ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Hemama (serşo) dîrokî Xan, yek li kevintirîn hemamên bajarê Sine ye û yek ciwantirîn û xweştirîn cihên wî bajarî ye.
Ev hemam di serdema Emanellah Xanî Erdelanî di sala 1841 de hatiye avakirin û heta niha maye. Niha serşoya Xan, bûye xwaringeh û qehwexane.