Leşkerekî Sûrî di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke Îsraîlê li ser herêma Golanê de, leşkerekî artêşa Sûriyê hate kirin.

Jêderekî leşkerî yê Sûriyê ragihand, îro berbangê, hêzên berevaniya esmanî rûbirûyî êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li ser herêma Golanê bû.

Ajansa nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê wî jêderî ragihand: “Îsraîlê bi mûşekan êrîşeke asmanî pêk anî û hin xal li herêma başûr kirin armanc.”

Wî her wiha got: “Berevaniya me ya asmanî rûbirûyê mûşekan bû û piraniya wan xistin xwarê, û êriş bû sedema kuştina leşkerekî û hin ziyanên madî.”

Hefteya borî jî, Îsraîlê bi çend mûşekan ji aliyê Behra Spî ve hewşa konteynerên bazirganiyê li bendara Lazqiye armanc kir û êrîş bû sedema şewitandina   hejmarek konteynerên bazirganî.

Îsraîlê di salên borî de, bi sedan êrîş li Sûriyê pêk anîne, berpirsên wê jî dibêjin, “ev êrîş bi armanca nehiştina bicihbûna komên çekdar ên ser bi Îranê ve li ser axa Sûriyê ne.”