Serok Barzanî: Ala Kurdistanê hêmaya azadîxwazî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye

Serok Barzanî: Di roja Ala Kurdistanê de pêdagiriyê li peyama aştîxwazane û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand, din sîbera vê alê de, em hemû serbilind in.

Serok Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahî arasteyî malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ala Kurdistanê hêmaya azadîxwazî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye û ji bo wê xwîn û qurbaniyên mezin dane. Ala Kurdistanê nirxekî hevpar û sembola yekîtiya neteweya me ye. Ev al milkê welatiyên Kurdistanê ne û ji bilî hebûna bîr û baweriyên cuda, di jêr vê alê de em hemû serbilind in û xwedî şanazî û nasname ne. Di roja Ala Kurdistanê de pêdagiriyê li peyama aştîxwazane û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.”

Di peyama Serok Barzanî de hat got: “Bi hezar silav li giyanê pak ê wan şehîdên ku ji bo ala Kurdistanê giyanê xwe feda kirine.”

 

Fly Erbil Advertisment