Nêçîrvan Barzanî çavdêriya rewşa lehiya Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17/12/2021ê pêwendiyeke telefonî bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw re kir ji bo çavdêrîkirina rewşa parêzgeha Hewlêrê ku di encama barîna barana zêde de lehî rabû û hejmarek welatî bûn qurbanî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî nîşandana hevxemî û sersaxiya li malbatên qurbaniyan, tekezî li wê kir ku aliyên pêwendîdar û dezgehên hikûmetê bilez û destpêkê kar ji bo rizgarkirina giyanê welatiyan bikin û her çi pêwîst be jî bê kirin ji bo di zûtirîn dem de bi hawara xelkê biçin û hevkariya wan bikin û ji bo pêşwazîkirin û dermankirina qurbaniyan nexweşxane di amadebaşiyê de bin

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê rewşa deverên ziyan dîtine rave kir û behsa proseya hawarhatin, rizgarkirin û karên tîmên hawarhatinê ji destpêka lehiyê ve dest bi kar kirine û bi hawara welatiyan ve hatine kir. Herwiha dubare kir, sazî û dezgeh û aliyên pêwendîdar di karên xwe de berdewam in û pêşhatan dişopînin û karên pêwîst dikin.